10 sal zindan li du ciwanên kurd hatine birîn

Hengaw- Du ciwanê kurd ku li dema vegerê de li deriyê Heci Omranê ji aliyên hêzên Îtilata Îranê ve hatibûbne girtin bi deh sal hatine ceza kirin.

07 May 2019 22:42

 

Hengaw- Du ciwanê kurd ku li dema vegerê de li deriyê Heci Omranê ji aliyên hêzên Îtilata Îranê ve hatibûbne girtin bi deh sal hatine ceza kirin.

Li gor agahiyên Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê, di cend rojên borî de dadgeha Înqilaba Urmiyê ji bo du welatiyên kurd bi navên Behzad Şehsiwar û Siyamend Şehsiwar cezayê zîndanê daye.

Dadgehê bi hêceta hevkarîkirin li gel hizbên kurd yên dijberî Îranê bo her yek ji wan ciwana, pênç sal zîndan daye.

Li gor agahiyan, Behzad û Siyamend  ku xelkê nahiya Dizê li devera Mirgevera Urmiyê ne bi kefalet û bi awayekî demkî hatine berdan.

Hêjayî gotinêye ku di despêka zîstana borî de ev du welatiyên kurd di dema vegerê li deriyê Hacî Omeranê de hatibûne girtin û ji bo Îtilata Urmiyê hatibûne veguhestin.

 


Di vî warî de zêde bixwînin