Bokan – Hemwelatiyek bi tohmeta endamtiya partiyeke siyasî hat girtin

Hengaw - Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, hemwelatiyekî kurd bi tohmeta hevkarî bi partiyeka Rojhilatî ya

04 May 2019 22:21

 

Hengaw - Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, hemwelatiyekî kurd bi tohmeta hevkarî bi partiyeka Rojhilatî ya neyara Îranê ra hatiye girtin. 

Li gorî agahiyên ku ketine destê Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, hêzên Îttilaata Îranê pêr (28 vê mehê) li bajarê Bokanê ketibûn mala welatiyekî kurd û ew girtibûn.

Li gorî wan agahiyan, ew welatiyê kurd ku navê wî Arman Nesîrî ye, bi tohmeta endamtî û hevkarî bi partiyeka Rojhilatê Kurdistanê ya neyara rêjîma Îranê re hatiye girtin.

Herwiha hatiye zanîn ku Arman Nesîrî, 37 salî ye û bavê zarokekî ye.


Di vî warî de zêde bixwînin