Du kesan dawî di jiyana xwe anîn

Hengaw- Jin û zilamekî kal di bajarên Urmiyê û Kirmanşahê dawî bi jiyana xwe anîn.

04 May 2019 22:37

 

Hengaw- Jin û zilamekî kal di bajarên Urmiyê û Kirmanşahê dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gor agahiyên Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê, roja duşemê 29 mehê danê evarê, jinekê 52 salî agir berdaye canê xwe û dawî bi jiyana xwe aniye.

Li gor agahiyên peyamnêr Hengawê li Urmiyê jina 52 salî bi navê Sevdalî Xelîfetanî xelkê gundê Xoşekoyê ye û li ber hebûna kêşeyên nefsî dawî bi jiyana xwe aniye.

 Ji aliyek din ve roja yekşemiyê 28 mehê, zilamekî 55 salî xelkê Kirmanşahê bi navê Abid Heyderî li ber kêşeyên aborî û feqîriyê bi rêya darvekirnê dawî bi jiyana xwe aniye.


Di vî warî de zêde bixwînin