Du meh e çarenivîsa aktîvîstê kurd Xebat Mefaxirî ne diyar e

Hengaw: Aktîvîstekî xelkê bajarê Sine, ku du meh berê hatibû girtin, heta niha wenda ye.

26 October 2020 18:50

 

Hengaw: Aktîvîstekî xelkê bajarê Sine, ku du meh berê hatibû girtin, heta niha wenda ye. 

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, aktîvîstê jîngehparêz Xebat Mefaxirî, ku du meh berê li bajarê Sine ji aliyê hêzên îtilaatê ve hatibû girtin, heta niha wenda ye û nayê zanîn li ku ye. 

Hêzên îtilaatê meha Tebaxa îsal ketibûn mala Xebat Mefaxirî û ew girtibûn. 

Hengawê beriya niha ragihandibû, dema hêzên îtilaatê Xebat Mefaxirî digirin, gelekî lê didin, heqaretê lê dikin û telefona wî û telefonên tevahiya endamên malbata wî zeft dikin û dibin.
 
Xebat Mefaxirî, aktîvîstê jîngehê û endamê Komeleya Sewz ya Kurdistanê ye û bi tohmeta alîgirtiya yek ji partiyên Kurdistanî yên neyarên hikûmeta Îranê hatiye girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin