Li Dîwandere, Serwava û Tikabê 4 welatiyên kurd hatin girtin

Hengaw: Di çend rojên borî de 4 welatiyên kurd li bajarên Tikab, Serwava û Dîwandere

01 November 2020 09:31


Hengaw: Di çend rojên borî de 4 welatiyên kurd li bajarên Tikab, Serwava û Dîwandere ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve û bi tohmeta hevkarî bi partiyên Kurdistanî yên neyarên hikûmeta Îranê re hatin girtin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, roja sêşemê (27 Cotmeha 2020) hêzên îtilaatê li taxa Şerîfava ya bajarê Tikabê li parêzgeha Azerbaycana Rojava, welatiyekî kurd bi navê Husên Şîrzad (27 salî) girtin.

Li gorî agahiyên Hengawê, Husên Şîrzad di dema girtinê de rastî lêdan û heqareta hêzên îtilaatê hatibû. Roja 26 Cotmeha îsal jî, hêzên îtilaata parêzgeha Kurdistanê, welatiyekî xelkê gundê Silîn yê bajarê Serava bi navê Muhsin Edak girtin.

Ew kesê han li bajarê Merîwanê hatiye girtin. Dûmahîka hefteya borî jî, du welatiyên kurd yên xelkê bajarê Dîwandere bi navên Hebîbullah Kazimî xelkê gundê Dozexdere û Idrîs Weysî xelkê gundê Qela Weliyane ji aliyê hêzên îtilaatê ve hatin girtin.

Tevahiya wan welatiyên kurd bi tohmeta hevkarî bi partiyên Kurdistanî yên neyarên hikûmeta Îranê hatine girtin û heta niha jî nayê zanîn çi hatiye serê wan.
 


Di vî warî de zêde bixwînin