Li Hewraman kolberek di çiyê de ket û can da

hengaw: Li devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd ji tirsa pasdarên Îranê di çiyê de ket û can da.

09 May 2019 15:33


hengaw: Li devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd ji tirsa pasdarên Îranê di çiyê de ket û can da.

Li gorî agahiyên ku ketine destê Hengawê, îro danê sibê li nêzîkî nahiya Newsûd li devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê, komek kolberên kurd rastî êrişa pasdarên Îranê hatin ji ber wê jî neçar man xwe li rêkên asê û zinaran bidin.

Li gorî wan agahiyan, kolberê bi navê Hadî Mûsazade (50 salî) di zinarekî bilind de ket û can da.

Hat gotin ku Hadî Mûsazade xelkê gundê Kilaş yê bajarê Ciwanro yê eyaleta Kirmaşanê û bavê sê zarokan bûye.

Li gorî agahî û amarên Hengawê, ji destpêka sala 2019 ve heta niha herî kêm 3 kolber bi vî rengî can dane.
 


Di vî warî de zêde bixwînin