Li Merîwanê welatiyekî kurd ji aliyê îtilaatê ve hat girtin

Hengaw: Li bajarê Merîwanê welatiyekî kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat birin.

28 October 2020 10:48


Hengaw: Li bajarê Merîwanê welatiyekî kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat birin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, duhî hêzên îtilaatê li bajarê Merîwanê xortekî kurd bi navê Eta Fetahî (24 salî) û xelkê gundê Serduş yê Merîwanê girtin.

Li gorî agahiyên Hengawê, hêzên îtilaatê ew xort bi tohmeta alîkarîkirina yek ji partiyên Kurdistanî yên neyarên hikûmeta Îranê girtine û birine cihekî nediyar. Malata wî jî nizanin kurê wan birine kuderê.
 


Di vî warî de zêde bixwînin