Li Seqizê bazirganekî kurd ji aliyê pasdaran ve hat kuştin

Hengaw: Li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê, bazirganekî kurd di encama êrişa pasdarên Îranê de hat kuştin û yek jî birîndar bû.

12 May 2019 13:26


Hengaw: Li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê, bazirganekî kurd di encama êrişa pasdarên Îranê de hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku gihîştine destê Hengawê, duhî pasdarên Îranê li ser rêka bajarên Seqiz-Bokanê otomobîla bazirganekî kurd, bi behaneya ku tê de tiştên qaçax hene, dan ber fîşekan.

Li gorî wan agahiyan, ji ber wê êrişê otomobîl wergeriya û di encamê de bazirganê bi navê Keywan Emînzade (32 salî) hat kuştin û hevalê wî yê bi navê Eta Resûlzade jî giran birîndar bû.

Her du bazirgan jî xelkê bajarê Seqizê bûne.
 


Di vî warî de zêde bixwînin