Li Şino welatiyek ji ber xebatên siyasî yên kurê xwe hat girtin

Hengaw: Li bajarê Şino welatiyek ji aliyê îtilaatê ve hat girtin.

27 October 2020 13:33


Hengaw: Li bajarê Şino welatiyek ji aliyê îtilaatê ve hat girtin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, duhî (26 Cotmehê), welatiyê bi navê Farûq Ezîzî li bajarê Şino ji aliyê îtilaatê ve hat girtin.

Farûq Ezîzî, 39 salî û xelkê gundê Bêmzirtê yê Şino ye.

Çavkaniyekî ji Hengawê re ragihand, îtilaatê bi behaneya ku kurê wî welatiyê kurd endamê yek ji partiyên neyarên hikûmeta Îranê ye, ew girtiye.
 


Di vî warî de zêde bixwînin