Mamostayek li Mihabadê ji aliyê Îtilaatê ve hate giritin

Hengaw- Mamostayekî qonaxa navendî li Mihabadê ji aliyê Îtilaatê ve hate girtin.

09 May 2019 14:08


Hengaw- Mamostayekî qonaxa navendî li Mihabadê ji aliyê Îtilaatê ve hate girtin.

Li gor agahiyên geheştine destê Dezgeha Mafê Mirow Hengaw, êvara roja sêşemiyê 7 mehê hêzên Îtilaata Mihabadê Yasir Emînîazer mamostayê matematîkê li qonaxa navendî girtine û birine şuneke nediyar.

Li gor agahiyan, ev mamosteye endamê rêxistina Mekteba Quran ya Kurdistanê bûye û bi hêceta beşdarîkirin li xwepêşandanên nerazîbûnê yê 2 vê mehê de, hatiye girtin.

Hêjayî gotinêye ku ev mamostaye sala par jî li destpêka payîzê de bi hêceta beşdarbûn li xwepêşandanên mamostayan de ji aliyê Îtilaatê ve hatibû xwestin.
 


Di vî warî de zêde bixwînin