Merîvan-7 çalakvan hatine desteserkirin

Hengaw- Hêzên ewlehiyê Îranê êrîşî çalakiya çalakvanên nerazî bi kuştina jinan li Merîvanê kirine û herî kêm 7 kes girtine.

16 May 2019 23:24


Hengaw- Hêzên ewlehiyê Îranê êrîşî çalakiya çalakvanên nerazî bi kuştina jinan li Merîvanê kirine û herî kêm 7 kes girtine.

Li gor agahiyên gihêştinî destê Dezgeha Mafên Mirov Hengawê, îro pêncşemiyê 16ê Gulanê hêzên ewlehiyê erîşî çalakiya çalakvanên nerazî bi kuştina jinan li Merîvanê kirin û herî kêm 7 desteser kirin.

Li gor peyamnêrê Hengawê navê kesên ji aliyê hêzên emnî va hatin girtin wiha ne:
Dîmen Fethî
Simeye Rozbeh
Mijde merduxî
Himên kanîsananî
Hemîd Qûbadî
Mihemed Daniş
Kuyar Xîşkar

Îro biryar bû çalakvanên medenî li Merîvanê li qebristana gundê Kulanê û ser gora Nermîn Vetenxah ku çend rojan berî hatibû kuştin çalakiyeke nerazîbûnê li dar bixin. Lêbelê hêzên emnî yên Îranê nehêlan çalakî bihête pêk anîn û her 7 çalakvan jî desteser kirine.

 


Di vî warî de zêde bixwînin