Mirina du kedkaran li Îlam û Sine

Hengaw: Du kirêkar li bajarê Sine û Çirdawil a parêzgeha Îlamê, di dema karkirinê de, bi sedema bûyera kar canê xwe ji dest dan.

08 May 2019 23:38


Hengaw: Du kirêkar li bajarê Sine û Çirdawil a parêzgeha Îlamê, di dema karkirinê de, bi sedema bûyera kar canê xwe ji dest dan.

Li gor zaniyarên gihiştî bi Saziya Mafê Mirovan a Hengawê, roja şemî berwara 07.05.2019, kedkareke 35 salî di dema çêkirina cihê avjeniyê li bajarê Sirable bi sedema bûyera kar canê xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyan, ku ew kirêkare xelkê Çirdawil a parêzgeha Îlamê bû, termê wî bi pizişkê yasayî hatiye veguhastin.

Ji aliyek din ve, roja derbas bûyî kedkareke temen 56 salî li bajarê Sine di dema paqijkirina (ASANSOR) di bilindahiyê kete xwarê û canê xwe ji dest da.
 


Di vî warî de zêde bixwînin