Pawe – Çalakvana Jiyarî Tîn hatiye desteserkirin

Hengaw: Hêzên Idareya Itilata Bajarê Pawe, çalakvaneke jinan binçav kiriye û aqûbeta wê ne diyar e.

04 May 2019 22:20

 

Hengaw:  Hêzên Idareya Itilata Bajarê Pawe, çalakvaneke jinan binçav kiriye û aqûbeta wê ne diyar e. 

Ligor zanyariyên gihiştine ber destê Saziya Mafên Mirovan a Hengawê di roja yekşemê 21/04/2019an Sara Zehmetkêş, yêk ji çalakvanên jinan li awahiya Tîn ser bi navçeya Babîngan hatiye binçavkirin. 

Bi gotina serçaveyek agehdar, Hêzên Idareya Itilaatê, Sara Zehmetkêş, temena wê 24 salî, rûniştiya bajarê Pawe paş derbasbûna hefteyek ji binçavkirina wê, tu zaniyarî li ser çalakvana navbirî nîn e. Çavkaniyekê ji Paweyê ragihandiye ku hêzên ewlehiyê amûrên wê yên taybet birin e, navbirî li zanîngehê di beşa komelnasiyê da xwendiye û berpirsa encumena jinên Jiyarî gunda Tînê yê bajarê Pawe ye.

Herwiha, hêzên îtilaatê beriya binçavkirina Sara Zehmetkêş, cihê civînên encûmen girtibûn.

 


Di vî warî de zêde bixwînin