Rojhilat - Di çend rojên borî de 3 kesan xwe kuştine

Hengaw- Di çend rojên borî de, du jinan li bajarên Senqor û Şhahîndijê de û nûciwanekî jî li bajarokê Rebetê yê

08 May 2019 10:03

 

Hengaw- Di çend rojên borî de, du jinan li bajarên Senqor û Şhahîndijê de û nûciwanekî jî li bajarokê Rebetê yê Rojhilatê Kurdistanê xwe kuştine.

Li gor agahiyên Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê, şemiyê 4ê Gulanê jinekê bi navê Meryem Ehmedpûr li ber keşeya malbatî xwe darvekiriye û dawî bi jiyana xwe aniye.

Ev jina 33 salî xelkê bajarê Sinqurê ye û dayîka 3 zarokan bûye.

Ji aliyek din ve di heman rojê de nûciwanekî 16 salî xelkê bajarokê Rebetê girêdayî Serdeştê jî bi guleya tifengê xwe kuştiye.

Li gor agahiyên Hengawê êvara şemiyê 4 mehê jî jinekî 48 salî xelkê bajarê Şahîndijê li ber kêşeyên nefsî xwe darvekiriye û dawî bi jiyana xwe aniye.

Li gor peyamnêrê Hengawê jina bi navê Ferîde Nesîrî pêş xwe kuştinê de, kifn, sabûn, gulav û çend tiştên xwe daniye şuna xwe kuştinê xwe de.


Di vî warî de zêde bixwînin