Seqiz- Ji ber êrîşa Spaya Pasdaran otomobîlek qulipî û hemwelatiyek hat kuştin

Hengaw: Spaya Pasdarên Îranê li bajarê Seqizê bi bahaneya girtina kelûpelên qaçax dane dû otomobîlekê û di encamê da otomobîl qulipîye û hemwelatiyek miriye.

18 May 2019 14:42


Hengaw: Spaya Pasdarên Îranê li bajarê Seqizê bi bahaneya girtina kelûpelên qaçax dane dû otomobîlekê û di encamê da otomobîl qulipîye û hemwelatiyek miriye.

Ligor zanyariyên gihiştine destê Dezgeha Mafên Mirov a Hengawê şeva pênçşemê 16ê Gulanê Spaya Pasdarên Îranê li ser rêya Seqiz- Zencanê bi bahaneya girtina kelûpelên qaçax dane dû otombîlê û di encamê da hemwelatiyekî kurd miriye.

Di encama lêkolîna peyamnêrê Hengawê derketiye holê ku kesê wefat kiriye karê bazirganiyê dike. Herwiha navê wî jî Hîsam Muhîbî ye.

Roja şemiyê 11ê Gulanê 2019an jî hêzên çekdarên Îranê bi hêceta girtina malê qaçax li rêya Seqiz û Bokanê teqe li otombîlekê kiribûn û di encamê da hemwelatiyekî kurd hatibû kuştin û yek jî birîndar bibû.
 


Di vî warî de zêde bixwînin