Sine – Welatiyekî Merîwanî bo kişandina 5 sal sizayê xwe çû zîndanê

Hengaw: Welatiyekî kurd yê xelkê bajarê Merîwanê, ku ji ber beşdarîkirin di xwepêşandanên

04 November 2020 22:36


Hengaw: Welatiyekî kurd yê xelkê bajarê Merîwanê, ku ji ber beşdarîkirin di xwepêşandanên par payîzê de û endamtiya PDKÎ bi 5 sal zîndan hatibû mehkûmkirin, bo kişandina sizayê xwe çû zîndanê.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, welatiyekî kurd bi navê Piştîwan Efser, ku bi tohmeta beşdarîkirin di xwepêşandanên par payîzê de û endamtiya PDKÎ bi 5 sal zîndan hatibû mehkûmkirin, hat desteserkirin û bo kişandina sizayê xwe çû girtîgeha bajarê Sine. 

Piştîwan Efser par payîzê hatibû girtin lê piştî 2 mehan û li hember danîna 400 milyon tûmen bi awayekî demkî hatibû berdan.

Dadgeha bajarê Sine, destpêkê 9 sal zîndan dabû wî welatiyê kurd lê piştî bertekên wî, sizayê wî daket 5 salan.


Di vî warî de zêde bixwînin