Girtiyê kurd li zîndana Sinê hat darvekirin
Hengaw- Li zîndana navendî ya bajarê Sinê girtiyekî kurd hat darvekirin.
04 Mai 2019 22:24
Hengaw- Li zîndana navendî ya bajarê Sinê girtiyekî kurd hat darvekirin.
Li gor agahiyên Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê îro yekşemê 28ê mehê danê sibehê li girtîgeha navendiya bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê girtiyekî kurd bi navê Ehmed Îranî xelkê bajarê Merîwanê hat darvekirin.
Dadgehê berî 8 salan bi tometa kuştina du ciwanên Merîwanî bi navên Fireydûn Şahsiwarî û Hîwa Xunçame biryara darvekêrinê jî bo Ehmed Îranî dabû.