Bane; Girtina du çalakvanên olî ji aliyê Wezareta Îtilaatê ve

Navenda Nehikûmî ya Ezberkirina Quranê ya Keçan li barjarê Banê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hate daxistin

10 January 2024 13:38

 

Hengaw; Çarşemî 10ê Çileya 2024an

Navenda Nehikûmî ya Ezberkirina Quranê ya Keçan li barjarê Banê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hate daxistin û herwiha du çalakvanên olî jî hatine binçavkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yêkşemî 7ê Çileya 2024an, hêzên Wezareta Îtilaatê, êrîşî ser avahiya kirêkirî ya "Navenda Nehikûmî ya Ezberkirina Quranê ya Keçan" û deriyê vê navendê daxistine û du kes ji biriveberên vê navendê bi navên Ebdulah Azereng û hevjîna wî Nesrîn Ebdulahî jî binçav kirine.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, 22 dersxwan bo çend demjimêran di avahiyê de hatine ragirtin û piştre bi zexta malbatan hatine azadkirin.

Hengaw agehdar bûye ku, Ebdulah Azereng û Nesrîn Ebdulahî piştî girtinê, destpêkê ji bo girtîgeha Îtilaata bajarê Sine û piştre ji bo yek ji girtîgehên ewlehî yên Wezareta Îtilaata bajarê Urmiyê hatine veguhestin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin û tohmetên li dijî wan du çalakvanên olî hatinî sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin