Mehabad; Zekeriya Kerîmî birayê Eyûb Kerîmî, girtiyê olî yê ku hatibû darvekirin hate girtin

Zekeriya Kerîmî, birayê Eyûb Kerîmî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê ku s

01 December 2023 20:17

 

Hengaw; Înê 1ê Kanûna 2023an

Zekeriya Kerîmî, birayê Eyûb Kerîmî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê ku sê roj beriya niha sizayê darvekirina wî di girtîgeha Qizilhesarê de hatibû cîbicîkirin, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 30ê Mijdara 2023an, Zekeriya Kerîmî, welatiyê Kurd yê Xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve li bajarê Serdeştê hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar ji malbata Zekeriya Kerîmî, ev welatiyê han piştî ku li bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatiye girtin, bo girtîgeha vê saziya ewlehî ya li bajarê Urmiyê hatiye veguhestin.

Hengawê zaniye ku hevjîn û zaroka biçûk ya Zekeriya Kerîmî jî, ji aliyê wan hêzane ve hatibûn girtin, lê piştî çend demjiêran hatine berdan.

Malbata Zekeriya Kerîmî, bi weşandina vîdyoyek ji dayîka wî ya temen 70 salî ku rû li raya giştî û bi taybetî Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê kiribû, daxwaza rawestana sizayê darvekirina kurê xwe, Eyûb Kerîmî kiribû, rastî zext û givaşên Wezareta Îtilaatê hatin.

Girtina Zekeriya Kerîmî di halekê de ye ku sizayê darvekirina birayê wî, Eyûb Kerîmî, sibêdeha roja Çarşemî 29ê Mijdara 2023an, li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatibû cîbicîkirin. Navbirî bavê du zarokan bû û piştî derbaskirina 14 sal girtîgehê hate îdamkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin