Tirkiye; Girtina dubare ya Amanc Mînberî û egera radestkirina vî çalakvanê siyasî

Husên (Amanc) Mînberî, penaberê Kurd ji aliyê Tirkiyê ve bo cara duyem hate girtin.

14 February 2024 18:43

Hengaw; Çarşemî 14ê Şibata 2024an

Husên (Amanc) Mînberî, penaberê Kurd ji aliyê Tirkiyê ve bo cara duyem hate girtin. Navbirî sala borî jî digel hevjîna xwe carek din hatibûne girtin û metirsiya radestkirina wan ji Tirkiyê ve bo Îranê hebû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di rojên derbasbûyî de Amanc Mînberî ku pêşîneya çalakiyên siyasî hebû, ji ber sedemên nediyar ji aliyê polîsên Tirkiyê ve, hatiye girtin.

Husên Mînerî û Şewgar Mihemedî, roja Pêncşemî 15ê Kanûna 2023an, ji bo çûna bo Ewropayê û daxwaznameya penaberiyê, li ser rêya Marmarîsê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatibûne girtin.

Piştî girtina cara yekem, digel dehan penaberên dinê bo "Muxla" kempa dîportkirina penaperan hatine veguhestin û piştî çend mehan hatibûne berdan.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi nîşandana nîgeraniya xwe li hember egera dîportkirina çalakvanên siyasî, daxwaza destêweradana aziyên navdewletî yên mafê mirovî û piştevnîkirina penaberan dike ku rê li dîportkirina wan bo Îranê bigrin.


Di vî warî de zêde bixwînin