Bane; Girtin û nediyrabûna qedera du çalakvanên olî

Îsmayîl Perçemî û Mihemed Perçemî, du bira û ji çalakvanên olî yên xelkê bajarê Banê ji aliyê hêzên

23 January 2024 20:20


Hengaw; Sêşemî 23ê Çileya 2024an

Îsmayîl Perçemî û Mihemed Perçemî, du bira û ji çalakvanên olî yên xelkê bajarê Banê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û çarenivîsa wan nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 19ê Çileya 2024an, du bira yên xelkê bajarê Banê yên bi navên Îsmayîl Perçemî yê temen 30 salî û Mihemed Perçemî yê 27 salî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve di mala xwe de û bi awayeke hovane hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Lipeyketinên malbata van du birayan li derheq agahdarbûn ji qedera kurên xwe heya niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî van du çalakvanan hatinî sepandin û herwiha cihê ragirtina van li ber dest nînin.


Di vî warî de zêde bixwînin