Bapîr Berze, girtiyê siyasî yê berê yê Kurd hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhestin

Bapîr Berze, çalakvanê medenî û girtiyê siyasî yê berê yê xelkê bajarê Pîranşarê, ji bo birêve

13 January 2024 16:38

 

Hengaw; Şemî 13ê Çileya 2024an

Bapîr Berze, çalakvanê medenî û girtiyê siyasî yê berê yê xelkê bajarê Pîranşarê, ji bo birêvebirina sizayê 4 sal û 6 meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin, hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhestin. Navbirî dawî car di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 13ê Çileya 2024an, Bapîr Berze, xelkê gundê "Çiyane" yê ser bi bajarê Pîranşarê, piştî gazîkirin ji bo Taya Birêvebirina Sizayan a vî bajarî  hate girtin û ji bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhestin.

Bapîr Berze beriya niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi tohmeta "endametî di Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê" de, bi 4 sal û 6 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Bapîr Berze, roja Sêşemî 22ê Mijdara 2022an, di tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û roja Pêncşemî 26ê Çileya 2023an, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên Dadgehê ji girtîgeha Nexedê hatibû berdan.

Ev girtyê siyasî yê berê, beriya niha jî, ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin û sizayê giran ê Dadweiyê bi ser de hatibû sepandin.


Di vî warî de zêde bixwînin