Bokan; Farûq Husênî yê çalakvanê olî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Farûq Husênî yê çalakvanê olî û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û ji bo cihekî nedi

27 January 2024 11:46

 

Hengaw; Şemî 27ê Çileya 2024an

Farûq Husênî yê çalakvanê olî û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û ji bo cihekî nediyar hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 23ê Çileya 2024an, Farûq Husênî yê xelkê Bokanê û fermanberê îdareya "Bêhzîstî" û endamê Mekteba Quranê di mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, girtina vî çalakvanê bi awayekî tunûtîjî û bi bê hebûna belgeyên yasayî bûye. Herwiha hêzên ewlehî di dema girtina navbirî de dest danîne ser kelûpelên elekteronîkî yên wî de.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin û tohmetên li dijî vî çalakvanê olî hatinî sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin