Girtina kêmî 15 hevwelatiyên nerazî li bajarên Dêluran, Yasûc, Nehawend, Esedabad, Şîraz û Tehranê
Hengaw; Pêncşemî 1ê Çileya 2025an
Hemze Îmanî, hevwelatiyê Tirkê Azerî û xelkê Esedabadê, Ferhad Xudarehmî yê hevwelatiyê Lor û xelkê Nehawendê û çar welatiyên din ên Lor û xelkê Yasûcê bi navên Salih Ercûmend, Qasim Ercûmend, Husên Ercûmend û Mîlad Mehsûmî û sê welatiyên Kurd û xelkê Dêluranê bi navên Ebulfezl Şadfer, Îhsan Melekî û Elî Esxer Salihî, û herwiha Zakir Emînî, Ruhulah Muhsênî, Mihemed Kerîm Fazlî û du mamosteyên din bi navên Hijbirî (paşnav nediyar) û Nîrûmend (paşnav nediyar), xelkê Şîrazê û Serîra Kerîmî mamosteya Encumena Sendîkî ya Maf û Zanistên Siyasî û endama Sendîkaya Giştî ya Zanîngeha Tehranê hatine girtin.
Li gorî raporta ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 31ê Kanûna 2025an, Hemze Îmanî yê xelkê gundê Xakrêz ê ser bi Esedabadê, Ferhad Xudarehmî yê xelkê Nehawendê, Salih Ercûmend, Qasim Ercûmend, Husên Ercûmend û Mîlad Mehsûmî yên xelkê Yasûcê, Ebulfezl Şadfer, Îhsan Melekî û Elî Esxer Salihî yên xelkê Dêluranê, Zakir Emînî, Ruhulah Muhsênî, Mihemed Kerîm Fazlî û du mamosteyên din bi navên Hijbirî (paşnav nediyar) û Nîrûmend (paşnav nediyar) xelkê Şîrazê û Serîra Kerîmî rûniştiya Tehranê hatine girtin.
Di vê navberê de pênc mamosteyên xelkê Şîrazê piştî çend demjimêran ji girtinê hatine berdan û deh welatiyên din heta niha di rewşeke nediyar de li girtîgehê ne.
Nerazîbûnên niha ku roja Çarşemî li 22 bajaran hate birêveçûn, ji roja Yekşemî 27ê Kanûna 2025an, piştî mangirtin û meşa nerazîbûnê ya komî ya hejmarek ji kasibkar û dukandaran li Tehranê hate destpêkirin û piştre bo bajarên dinê jî belav bû.