Serdeşt; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Arezû Celîlzade ya mamosteya perwerde û hînkariyê

05 March 2025 22:51

Hengaw; Çarşemî 5ê Adara 2025an

Welatiyeka Kurd a xelka Serdeştê ya bi navê Arezû Celîlzade, ji mamasteya îdareya perwerde û hînkariyê ji aliyê hêzên hikûmetê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhsatin û bi derbasbûna 3 roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wê ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 3ê Adara 2025an, Arezû Celîlzade ya temen 46 salî û mamosteya xwendingehên Serdeştê hatiye girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar,  Arezû Celîlzade di mala bavê xwe de, li bajarê Serdeştê bi awayekî hovane hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê girtin, çarenivîs û tohmetên ku li dijî vê welatiya Kurd hatinî sepandin li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin