Bane; Saman Kerîmî girtiyê siyasî yê berê û mehkûm bi darvekirinê digel hevjîna xwe hatine girtin

Hengaw; Duşemî 2ê Hezîrana 2025an
Saman Kerîmî, girtiyê siyasî yê berê û mehkûm bi darvekirinê ku piştî helweşîna sizayê darvekirina wî ji aliyê Dîwana Bilind ve ji girtîgehê hatibû berdan, ji hefteya derbasbûyî ve digel hevjîna xwe ya xwîndekar a bi navê Ferzane Reşîdî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li bajarê Banê hatine girtin û qedera wan nexuya ye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna hefteyek ji girtina Ferzane Reşîdî ya temen 26 salî û xwîndekara zanîngeha Peyam Nûr a bajarê Bane û hevjînê wê yê bi navê Saman Kerîmî yê temen 33 salî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata bajarê Banê ve, ti zanyariyek li derheq qeder û cihê ragirtina wan ber dest nîne.
Çavkaniyeke agehdar a nêzî malbata Kerîmî di vê derheqê de ji Hengawê re ragihandiye: Hêzên îdareya Îtilaatê roja Yekşemî 25ê Gulana 2025an, Saman Kerîmî yê girtiyê siyasî yê berê, bi awayekî hovane li yek ji şeqamên bajarê Bane girtin û piştre êrîş kirine ser mala wî û Ferzane Reşîdî ya hevjîna wî ya xwîndekar ku li zanîngeha Peyam Nûr mijûlê xwendinê ye, binçav kirin.
Vê çavkaniyê di berdewamiyê de daye zanîn, hêzên ewlehî bi şikandina deriyê mala van hevjînên ciwan, ketine nava malê û piştî vekolîna giştî ya malê, dest danîne ser hin ji kelûpelên wan ên kesî.
Saman Kerîmî roja Pêncşemî 8ê Mijdara 2018an, ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve hatibû girtin û bo girtîgeha Şehramfer a bajarê Sine hatibû veguhastin. Navbirî piştî salek girtin li 12ê Mijdara 2019an ji aliyê Taya Yek a Dadgeha Şoreş a bajarê Sinê ve bi serokayetiya dadwer Seîdî bi tohmeta “bexî ji rêya endambûn li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” bi darvekirinê û 11 sal girtîgehê hatibû sizadan.
Sizayê navbirî li Tebaxa 2020an, ji aliyê Dîwana Bilind a welat ve bi sedema kêmasiyên lêkolînê bo Taya 1 a Dadgeha Şoreş a bajarê Sine hatibû şandin.
Saman Kerîmî piştî hilweşîna sizayê darvekirinê, ji girtîgeha bajarê Sine hate azadkirin û di dawiyê de li rêkefta 17ê Tîrmeha 2021an, ji aliyê Taya 4 a Dadgeha Pêdaçûnê ya bajarê Sinê ve bi tohmeta “endambûn di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de” bi 4 sal girtîgeh, bi tohmeta “kombûn û lihevhatin li dijî asayişa neteweyî” 4 sal girtîgeh û bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” bi 1 sal girtîgehê hate sizadan, û bi giştî 9 sal sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin, ku pêka yasa Navenda Komkirina Sizayan, 4 sal ji vê sizayê divê were cîbicîkirin.