Girtîgeha navendî ya Îlamê; Raporek li ser berdewamiya girtin û nediyarbûna çarenivîsa heft jinên Kurd
Hengaw; Çarşemî 11ê Şibata 2026an
Heft jinên Kurd ên xelkê Îlamê, bi navên Ayda Aramiş, Zeyneb Tehmasib, Hacer Xalîdî, Dunya Sadiqî, Fatime Perîweşî, Suha Mesûdî û Sedef Qasimî, di meşa xwepêşandanên girseyî de li vî bajarî ji aliyê hêzên hikûmetî yên Îranê ve hatine girtin û hîn jî li girtîgeha navendî ya Îlamê têne ragirtin.
Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, heft welatiyên xelkê Îlamê bi navên Ayda Aramiş, Zeyneb Tehmasib, Hacer Xalîdî, Dunya Sadiqî, Fatime Perîweşî, Suha Mesûdî û Sedef Qasimî, di dema xwepêşandanên meha Çileya îsal de ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin. Ew niha li girtîgeha navendî ya Îlamê têne ragirtin.
Hêjayî gotinê ye ku, Ayda Aramiş di demekê de ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatiye girtin û ji bo girtîgeha navendî ya Îlamê hatiye veguhastin ku ji ber teqeya guleyên saçmeyî hatibû birîndarkirin û hejmarek zêde ji guleyên saçme di beşên ser û lingê wê de ne.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek hûr derbarê tohmetên ku li dijî van heft jinan hatine sepandin li ber dest nîne û ew hîn jî li girtîgeha navendî ya Îlamê têne ragirtin.