Giyelan; Kejal Wetenpûr, girtiya siyasî ya berê ji aliyê saziyên hikûmetî ve hate girtin
Hengaw; Yekşemî 18ê Çileya 2026an
Kejal Wetenpûr, girtiya siyasî ya berê ya Kurd, xwediyê mastera yasayê û çalakvana warê jin û zarokan, di meşa nerazîbûnên meha Çileyê de, ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Giyelanê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê hate girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Kejal Wetenpûr (Husna), xelka Giyelanê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin û bo cihêkî nediyar hate veguhastin.
Hêjayî gotinê ye ku, Kejal Wetenpûr, roja 23ê Tebaxa 2022an, di tevgera Jin, Jiyan, Azadî de li ber pirtûkxaneya parka Zarokan a Îlamê di dema vegera bo malê de, bi awayekî hovane hatibû girtin.
Navbirî berê bi tohmetên wek "têkdana asayişa giştî", "piropagende dijî hikûmetê" û "civîn û lihevhatina dijî ewlehiya navxweyî û derveyî", sizayî du sal û şeş meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin ku ev sizaye piştre bo salek girtîgeh sepiyayî û şeş meh girtîgeha ragirtî, du sal qedexeya derketin ji welat, betalkirina pasaporta wê û pêşkêşkirina şêwirmendiya yasayî ya bê beranber hate kêmkirin.
Kejal Wetenpûr piştî gazîkirina bo Taya Birêvebirina Sizayan a Dadweriya Îlamê, roja Şemî 28ê Çileya 2023an, bi mebesta cîbicîkirina sizayê xwe yê girtîgehê bo girtîgeha Îlamê hatibû veguhastin.