Sine; Soheyla Xalidiyan, mamoste û ji girtiya tevgera Jin, Jiyan, Azadî hate girtin

Hengaw; Yekşemî 3ê Tebaxa 2025an
Soheyla Xalidiyan, mamoste, çalakvana medenî û ji girtiya tevgera Jin, Jiyan, Azadî li bajarê Sine, careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 2ê Tebaxa 2025an, Soheyla Xalidiyan, mamosteya 58 salî ya qonaxa navînenî, di mala xwe de li bajarê Sine hate girtin.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê girtin û tohmetên ku dijî vê welatiya Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.
Soheila Xalidiyan roja Şemî 12ê Mijdara 2022an, di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî de jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve di mala xwe de hatibû girtin û piştî midehekê ji girtîgehê hatibû berdan.