Raporek li ser girtina herî kêm pênc welatiyên Kurd li bajarên Miyanduav, Sunqur, Pîranşar û Bucnordê
Hengaw; Sêşemî 10ê Şibata 2026an
Herî kêm pênc welatiyên Kurd ên bi navê Bêhzad Ebdî, Enwer Çûpanî, Elî Şemayêlî, Ferdîn Seyide û Emîrmihemed Serefraz li bajarên Miyanduav, Sunqur, Pîranşar û Bucnordê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin.
Li gorî raporên ku gihîştine Hengawê, di heyama roj û hefteyên borî de û li berdewamiya pêla binçavkirin û zextên li ser welatiyên Kurd, çend welatiyên Kurd li deverên cuda hatine girtin ku lîsteya navên wan li gorî parvebûna navçe û binçavkirina wan bi vî rengî ye:
Miyanduav
Bêhzad Ebdî yê 25 salî û xelkê gundê Gamêş Golî yê ser bi bajarê Miyanduavê û bavê zarokekî, roja Duşemî 9ê Şibatê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin. Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ev welatiyê Kurd bi bê ti cure belgeyeke dadwerî girtine û dest danîne ser telefona wî û endamên malbata wî û bi xwe re birine.
Enwer Çûpanî yê 36 salî û xelkê gundê Xankendî yê ser bi Miyanduavê, roja Duşemî 9ê Şibata 2026an demjimêr 3ê piştî nîvro, bi êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî û bêyî nîşandana ti belgeyeke dadwerî û bi awayekî tundûtîjî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Sunqur (Kirmaşan)
Elî Şemayêlî, mamosteyê waneya zanistên civakî li dibistana amadeyî ya Sunqurê li parêzgeha Kirmaşanê, roja Duşemî 9ê Şibatê, ji dema çûn bo dibistanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Pîranşar
Ferdîn Seyide yê xelkê Pîranşarê, roja Duşemî 9ê Şibata 2026an, ji aliyê hêzên hikûmetî ve bêyî nîşandana ti cure belgeyeke dadwerî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin. Heta niha derbarê çarenivîsa wî ti zanyariyek ber dest nîne. Li gorî çavkaniyên agehdar, hêzên ewlehî ev welatiyê Kurd tenê du roj piştî zewaca wî girtine.
Bucnord (Xurasana Bakur)
Emîrmihemed Serefraz ê xelkê Bucnordê, roja Duşemî 13ê Çileya 2026an, ji aliyê hêzên ewlehî ve bêyî nîşandana ti belgeyeke dadwerî û bi êrîşkirin bo ser mala wî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin; Piştî derbasbûna 28 roj ji girtina wî, ti zanyariyek li ser çarenivîsa wî ber dest nîne.