Makû; Raporek ji girtin û nexuyabûna çarenivîsa Husên Reşîdî û Meriyem Reşîdî

03 November 2024 23:53

Hengaw; Yekşemî 3ê Mijdara 2024an

 

Bav û keçeke Kurd û xelkê Makûyê yên bi navên Husên Reşîdî û Meriyem Reşîdî, nêzî du hefte berî niha ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatine girtin û heta niha ti zanyariyek ji çarenivîsa wan ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 21ê Cotmeha 2024an, Husên Reşîdî yê 60 salî û keça wî ya bi navê Meriyem Reşîdî ya 30 salî û xelkê gundê “Gamûs” ê ser bi bajarê Makûyê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatine girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Husên û Meriyem Reşîdî piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatine veguhestin û saziyên ewlehî ew bi hevkarên yek ji partiyên Kurdî yên opozîsiyona hikûmetê tohmetbar kirine.

Lipeyketinên derbarê rewşa van du welatiyên Kurd heta niha bê encam mane û saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ji dana her cure agehiyekê bi malbata wan re xwe dûr girtine.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin