Xwenîşandanên meha Çile; Raporek ji girtina 26 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hikûmetî ve

06 January 2026 14:05

Hengaw, Sêşemî 6ê Çileya 2026an

Herî kêm 26 welatiyên Kurd ji wan jinek û çar zarok, li bajarên Dîwandere, Sehne, Dêhloran, Îlam, Mehabad, Kamêran, Kerec, Avdanan, Melekşahî, Sine, Dereşar, Serawle û Kirmaşanê, ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 5ê Çileya 2025an, Husên Kakî yê xelkê Avdanan, Eyûb Kerîmî xelkê Malekşahiya Îlamê, Ruhulah Keremî yê xelkê Dêhloranê, Bîjen Meqsûdî yê xelkê Derehşarê û Nûşad Erebî yê 48 salî û xelkê bajarê Serewla yê ser bi Îlamê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin.

Roja Yekşemî 4ê Çileya 2026an, çar zarokên Kurd hatin girtin: Muîn Melekî, 16 salî ji Dêhloranê, Raman Îqbalî, 17 salî ji Sine, Emîrhusên Seydî Bûjanî, 17 salî, ji taxa Ceiferabada Kirmaşanê, û Rizgar Emanî, 15 salî ji Kamêranê. Hêjayê gotinê ye ku, Rizgar Emanî bi tohmeta nivîsandina dirûşman hatiye girtin û ji bo girtîgeha Sine hatiye veguhastin.

Di berdewamiya girtinên heman rojê de, Mîlad û Mîsaq Seydmuradî, du birayên 18 salî ji Dêhloranê, Dr. Elî Ekber Umîdî, çalakvanekî sivîl û Nasir Şêyxî, herdu jî ji Melekşahî, û Mubîn Ewlad ji Derehşarê hatin girtin.

Ji aliyek dinê ve, di heman rojê de, sê welatiyên xelkê Îlamê, bi navên Muhedîse Rizazade ya temen 18 salî, Mihemedmehdî Îdiyan ê 19 salî û Emir Lutfî yê temen 19 salî li vî bajarî hatine girtin.

Êvareya heman rojê, Meysem Nûrî yê temen 21 salî û xelkê Îlamê, ji birîndarên xwenîşandanan piştî ku hêzên hikûmetî êrîşî nexweşxaneya Xumeynî ya Îlamê kirin, di demekê de didan û zendek wî şikestibû hate girtin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Di heman demê de, Riza Pehlewanî, welatiyê Kurd ê xelkê Dîwandere, Mîlad Merdanî yê 21 salî û Emîrhusên Mezherî yê 23 salî, her du jî xelkê Sehne yê ser bi Kirmaşanê, û Nebî Umîdî, mamosteyê aborî li Zanîngeha Îlamê, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Îman Çişte, welatiyê xelkê Pîranşarê û xwendekarê yasa li Zanîngeha Mehabadê, di heman rojê de li sêrêya Darlek a Mehabadê hate girtin.

Di berdewamiya pêla girtinê de, êvareya Înê 2ê Çileyê, Armîn Rehîmî yê temen 20 salî û Sîna Muradî yê temen 23 salî, du welatiyên xelkê gundê Ehmedava yê ser bi Tîkab li Kerecê hatine girtin, û qedera wan heta niha nediyar e.

Herwisa, roja Çarşemî 30ê Kanûna 2025an, Îhsan Melikî yê 34 salî, ji Dêhloranê hate girtin û ji bo girtîgeha navendî ya Îlamê hate veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin