Girtina deh welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hikûmetî ve li Sineyê
Hengaw; Yekşemî 4ê Çileya 2026an
Di berdewamiya pêla girtinên vê dawiyê de, herî kêm deh welatiyên Kurd ku yek ji wan jin e, bi navên Beyan Fereculahî, Xalid Seyfpenahî, Arman Selîmî, Qani`i Xatirî, Dilêr Eskenderî, Cemal Xudarehmî, Keywan Zendkerîmî, Şaho Mihemedî, Xebat Esedî û Wurya Muîd ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li Sineyê hatine girtin û ji bo cihekî nediyar hatine veguhastin û ti zanyariyek li ser çarenivîsa wan li ber dest nîne.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 4ê Çileya 2026an, deh welatî ji çalakvanên medenî û jîngehparêzî yên xelkê Sineyê bi navên Beyan Fereculahî, Xalid Seyfpenahî, Arman Selîmî, Qani`i Xatirî, Dilêr Eskenderî, Cemal Xudarehmî, Keywan Zendkerîmî, Şaho Mihemedî, Xebat Esedî û Wurya Muîd ji aliyê hêzên hikûmetî ve li vî bajarî hatine girtin.
Çavkaniyên agehdar ji Hengawê re ragihandine ku, girtina van welatiyane piştî êrîşa hêzên hikûmetî li ser malên wan û bêyî nîşandana ti cure belgeyeke dadwerî pêk hatiye.
Heta dema belavbûna vê raporê, li derheq sedemên girtin, cihê ragirtin û rewşa yasayî ya van welatiyane zanyariyeke hûr li ber dest nîne.