Girtina herî kêm 29 hevwelatiyên nerazî li bajarên Îsferayn, Dêluran, Dere Şar, Îze, Baxmelek, Yasûc û Kirmaşanê
Hengaw; Înê 2ê Çileya 2026an
Herî kêm 29 hevwelatî ji wan 14 welatiyên Kurd, 7 hevwelatiyên Lor, 2 zarok û 7 jin bi navên Elî Qewîdil, Ekber Derwêşî, Arif Derwêşî, Mihemed Hewasî, Sipêhr Salihî, Emîr Reûfî, Îhsan Melekî, Mîlad Kiyadî, Ferzad Şukrî, Ebulfezl Şadfer, Şerîf Azad, Bîjen Kerîmiyan, Şayan Esil Merz, Mihemed Hesnewend, Selman Mîrzayî, Metîn Kuşekbaxî, Nêimet Heyderî, Şapûr Elborzî, Arman Sulêmanî, Pûrya Key Şems, Hîsam Mihemedî, Pêjman Pêgah, Razye Xahş, Nîgar Qenberî, Hêlêna Rostemî, Êlnaz Karî, Meisûme Nûrî, Fatime Haşimpûr û Ayda (paşnavê wê nediyar e) ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 1ê Çileya 2026an, sê hevwelatiyên Lor ên bi navên Pêjman Pêgah, xelkê bajarê Baxmelekê û Pûrya Key Şems ê temen 20 salî û Hîsam Mihemedî yê zarokê temen 16 salî her du jî xelkê Îze ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin.
Herwiha di heman rojê de, Bîjen Kerîmiyan ê temen 21 salî û Mihemed Hesenwend ê temen 21 salî, welatiyên Kurd ên xelkê Dere Şarê yê ser bi parêzgeha Îlamê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin.
Êvareya roja Pêncşemiyê jî, Elî Qewîdil, welatiyê Kurd ê xelkê Îsferayenê yê girêdayî parêzgeha Xurasana Bakur ji aliyê saziyên hikûmetî ve hate girtin.
Roja Çarşemî 31ê Kanûna 2025an, herî kêm deh welatiyên Kurd ên xelkê Dêluranê yên bi navên Ekber Derwêşî, Arif Derwêşî, Mihemed Hewasî, Sipêhr Salihî, Emîr Reûfî, Îhsan Melekî, Mîlad Kiyadî, Ferzad Şukrî, Ebulfezl Şedfer û Şerîf Azad li vî bajarî hatine girtin û welatiyek din ê bi navê Şayan Esil Merz ê temen 18 salî li Dere Şarê hate girtin.
Di heman demê de, Metîn Kuşkbaxî yê temen 23 salî, xelkê Sebzewarê yê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî û Razye Xahş a xwenîşandera Lor û xelka Yasûcê, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin. Selman Mîrzayî, çalakvanê Kurd ê xelkê Kirmaşanê jî di heman rojê de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate girtin.
Herwiha roja Sêşemî 30ê Kanûa 2025an, şeş xwenîşanderên jin ên bi navên Nîgar Qenberî, Hêlêna Rostemî, Êlnaz Karî, Meisûme Nûrî, Fatime Haşimpûr û Ayda (paşnavê wê nediyar e) di xwepêşandanên bajarê Tehranê de ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin û piştî rojekê bo beşa jinan a girtîgeha Evînê hatine veguhastin.
Ji aliyek dinê ve, di heman rojê de, Şapûr Elborzî, zarokê temen 16 salî, Arman Sulêmanî, 28 salî û Nêimet Heyderî, hevwelatiyên Lor û xelkê bajarê Îze yê ser bi parêzgeha Xûzistanê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine revandin û derbarê çarenivisa wan ti zanyariyek li ber dest nîne.