Rûmala nerazîbûnên meha Çileyê; Binçavkirina 15 welatiyên Kurd ji wan 3 birîndar li bajarên Kîş, Ciwanro, Pîranşar, Bane, Seqiz û Sine

14 January 2026 23:12

Hengaw; Çarşemî 14ê Çileya 2026an

Panzdeh welatiyên Kurd ji wan sê welatiyên birîndar û du jin bi navên Erselan Salihî, Huşiyar Şeibanî, Mîlad Ahenî, Mubîn Mihemedzade, Xusrew Behreng, Şehab Rad, Mehdî Qebasiyah, Riza Parsapûr, Şehriyar Muradî, Riza Hîmetxanî, Ferzad Qeyserî, Bêhzad Şake, Diyako Ezîmî, Merziye Muradweysî û Etiye Gulçînî, li bajarên Kîş, Ciwanro, Pîranşar, Bane, Seqiz û Sineyê, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin binçavkirin û bo cihên nediyar hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Şemî 10ê Çileya 2026an, Erselan Salihî, welatiyê Kurd ê xelkê Pîranşarê, di encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala xwe de, bêyî nîşandana ti belgeyeke dadwerî û bi bikaranîna tundûtîjiyê hate binçavkirin. Hêzên Îtilaatê mala vî welatiyî jî pişkinîn kirin.

Roja Şemî 10ê Çileyê, Huşiyar Şeibanî, girtiyê siyasî yê berê û çalakvanê medenî yê Kurd ê xelkê Baneyê ji aliyê hêzên hikûmetê ve li vî bajarî hate binçavkirin.

Herwiha roja Pêncşemî 8ê Çileyê, du welatiyên xelkê Seqizê yên bi navên Mîlad Ahenî, yek ji girtiyên tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" û Mubîn Mihemedzade, ji aliyê hêzên hikûmetê ve bi bikaranîna tundûtîjiyê hatine binçavkirin.

Hevdem û di heman rojê de, heşt welatiyên xelkê Giyelanê yên bi navên Xusrew Behreng, Şehab Rad, Mehdî Qebasiyah, Riza Parsapûr, Şehriyar Muradî, Riza Hîmetxanî, Ferzad Qeyserî û Bêhzad Şake, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine binçavkirin. Xusrew Behreng, Şehab Rad û Mehdî Qebasiyah di demekê de ku birîndar bûn, hatine binçavkirin.

Ji aliyek dinê ve roja Çarşemî 7ê Çileyê, Diyako Ezîmî, xelkê Ciwanro û rûniştvanê Kîşê ku li hotelekê kar dikir, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî nîşandana ti belgeyek dadwerî hate binçavkirin.

Di berdewamiya binçavkirinên vê dawiyê de, li heyam rojên borî du welatiyên xelkê Sineyê yên bi navên Merziye Muradweysî, çalakvana warê jinan û endama kempeyna xêrxwaziyê ya "Jiyanewe" û Etiye Gulçînî, çalakvana warê jinan li Sineyê, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine binçavkirin. Merziye Muradweysî, berê jî pêşîneya binçavkirin û derçûna sizayê girtîgehê hebûye.

Ev welatiyane piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatine veguhastin û heta niha ti zanyariyek li ser çarenivîsa wan li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin