Pîranşar; Êlham Qadirî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

21 November 2024 18:02

Hengaw; Pêncşemî 21ê Mijdara 2024an

Welatiyeke Kurd û xelka Pîranşarê ya bi navê Êlham Qadirî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 20ê Mijdara 2024an, Êlham Qadirî ya xelka Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, 10 kes ji hêzên ewlehî ji wan du jin êrîş kirine ser mala malbatî ya Qadirî û navbirî binçav kirine û piştre bo girtîgeheke ewlehî li Urmiyê veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî wê hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vê welatiya Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin