Sine; Girtina Seyran Xusrewî ji aliyê hêzên ewlehî ve

24 November 2024 13:44

Hengaw; Yekşemî 24ê Mijdara 2024an

Seyran Xusrewî, çalakvana mafê jinan a xelka bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 19ê Mijdara 2024an, Seyran Xusrewî ya xelka bajarê Sinê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi çêkirina rewşeke tirsnak di mala Seyran Xusrewî de li Sinê, ev welatiya Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine.

Heta niha ji hûrgiliyên sedemên girtin û herwiha tohmetên ku li dijî Seyran Xusrewî hatinî sepandin ti zanyariyeke serast  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin