Sine; Sizayê du sal dûrxistin ji kar bi ser Leyla Selîmî ji çalakvana sendîkayî ya Mamosteyên Sinê de hate sepandin

11 December 2024 12:26

Hengaw; Çarşemî 11ê Kanûna 2024an

Sizayê derkirin ji Perwerde û Hînkariyê yê “Leyla Selîmî”, çalakvana sendîkayî ya Mamosteyan a xelka Sinê, ji aliyê Lîjneya Pêdaçûnê ya Pêregihîştin bi Binpêkariyên Îdarî yên Fermanberan ve, bi du sal dûrxistin ji kar hate guherîn. Navbirî berê ji aliyê Lîjneya Destpêkî ya Pêregihîştin bi Binpêkariyên îdarî yên Perwerde û Hînkariya Sinê ve ji ber çalakiyên wê yên sendîkayî di warê mamosteyan de, bi derkirin ji Perwerde û Hînkariyê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, Leyla Selîmî, mamoste û çalakvana sendîkayî ya Mamosteyan û rûniştiya bajarê Sinê ji aliyê Lîjneya Pêdaçûnê ya Pêregihîştin bi Binpêkariyên îdarî yên Fermanberan ve, sizayê du sal dûrxistin ji kar bi ser de hate sepandin.

Ev mamosteye, destpêka sala Rojî, bi tohmeta “çalakiyên sendîkayî û endambûn li Encumena Sendîkayî ya Mamosteyên Sinê” ji aliyê Lîjneya Pêdaçûnê ya Pêregihîştin bi Binpêkariyên Îdarî yên Fermanberan a Wezareta Perwerde û Hînkarî ya Sinê ve bi derxistin ji kar hatibû sizadan.

Leyla Selîmî ji ber vê sizayê destpêkî nerîbûna xwe nîşan dabû û pêdaçûna dosyeya wê bi amadebûna wê li kombûna Lîjneya Pêdaçûnê ya Pêregihîştin bi Binpêkariyên Îdarî yên Fermanberan a Perwerde û Hînkarî bi du sal dûrxistin ji kar hate kêmkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Leyla Selîmî, mamosteya bi pêşîneya 32 sal wanegotin, lêkolera bilind a parêzgehî û derçûya qonaxa doktorayê li beşa birêveberiyê ye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin