Sumeyê Exterşimar ji çalakvana Sendîkayî ya Mamostayên Merîwanê ji kar hate derxistin

26 May 2024 09:36

Hengaw; Yekşemî 26ê Gulana 2024an
 

Sumeyê Exterşimar ji çalakvana Encumena Sendîkayî ya Mamosteyên Merîwanê, bi biryara Heyeta Pêregihîştin bi Şaşiyan a îdarî, ji Perwerde û Hîndekariyê hate derxistin. Ev sizaye bi hincetên bê bingeh ên wekî lixwekirina cil û bergên Kurdî û weşandina "mijarên handerane" li dijî vê mamsoteyê hatiye sepandin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, mamoste Sumeyê Exterşimar a xelka gundê “Ruwar” ê ser bi bajarê Sewlavayê û rûniştiya bajarê Merîwanê bi pêşîneya 17 sal ezmûna kar di dibistanên vî bajarî de, ji kar hate dûrxistin.

Heyeta Pêregihîştin bi Şaşiyan a îdarî ya Sinê, bi bêyî amadebûna wê û parêzerê wê û herwiha bêyî pêşkêşkirina ti belgeyekê, biryara dûrxistina wê mamosteyê daye.

Tohmetên Sumeyê Exterşimar bi “lixwekirina cil û bergên Kurdî” yên wekî endamên partiyên Kurdistanî yên dijberê Komara Îslamî ya Îranê û belavkirina mijarên handerane li ser kanala Sendîkî ya Mamostayan hatiye zanîn.


Di vî warî de zêde bixwînin