Raporek li ser darvekirina 12 girtiyan ji wan jinek li girtîgehên Sarî, Îlam, Kirmaşan, Xuremava, Tewrêz û Îsfahanê

12 February 2026 17:39

Hengaw; Pêncşemî 12ê Şibata 2026an

Sizayê darvekirina 12 girtiyan ji wan girtiyek jin, sê girtiyên Kurd, du girtiyên Lor û du girtiyên Tirkên Azerî bi navên Teha Şêrzad, Kazim Ferecînijad, Mihemedkerem Ceiferî, Hadî Mu`imênî, Şehriyar Weysî, Muxtar Etayî û Behram Çemenî, Biyuk Namûrzad û Ferhad Kerîmzade, Mêhrdad Siyahî, Arif Haşimî û Mehnaz Roşenî, ku berê bi tohmetên "kuştina bi zanebûn û madên hişber" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgehên Sarî, Îlam, Kirmaşan, Xuremava, Tewerêz û Îsfahanê hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 10ê Şibata 2026an, sizayê darvekirina du girtiyên Mazenî ji bajarê Sarî yên bi navên Teha Şêrzad û Kazim Ferecînijad ê 48 salî, bavê du zarokan, li girtîgeha navendî ya Sarî hate birêveçûn. Her du girtî nêzîkî sê sal berî niha di du dosyeyên cuda de bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hevdem di heman rojê de, girtiyekî Kurd ê bi navê Mihemedkerem Ceiferî yê xelkê Sarpêla Zehawê, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate birêveçûn.

Ji aliyek dinê ve, sibêdeha roja Yekşemî 8ê Şibata 2026an, du girtiyên Kurd bi navên Hadî Muimênî û Şehriyar Weysî yê 24 salî, bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava) hatine darvekirin. Her du kes sê sal berî niha hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Herwiha roja Şemî 7ê Şibata 2026an, du girtiyên Lor ên bi navên Muxtar Etayî yê xelkê Elîguderz û Behram Çemenî yê 33 salî û xelkê Xuremavayê li girtîgeha navendî ya Xuremavayê hatine darvekirin. Muxtar Etayî nêzîkî çar sal berî niha bi tohmeta madên hişber û Behram Çemen jî nêzîkî du sal berî niha bi heman tohmetê hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Di vê derbarê de, du girtiyên Tirkên Azerî yên bi navên Biyuk Namûrzad ê temen 40 salî û xelkê Tewrêzê û Ferhad Kerîmzade yê 43 salî û xelkê Heştrûd ê ser bi Tewrêzê, roja Sêşemî 3ê Şibata 2026an, li girtîgeha navendî ya Tehranê hatine darvekirin. Biyuk Namûrzad nêzîkî pênc sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest û Ferhad Kerîmzade jî heft sal berî niha bi heman tohmetê hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Di berdewamiya pêla darvekirinên vê dawiyê de, roja Şemî 31ê Çileya 2026an, sizayê darvekirina sê girtiyan bi navên Mêhrdad Siyahî yê 26 salî û xelkê Şahînşehrê, Arif Haşimî yê xelkê Xumeynîşehr û Mehnaz Roşenî ya xelka Şahînşehrê li girtîgeha navendî ya Îsfahanê (Destgird)ê hate birêveçûn. Mêhrdad Siyahî nêzîkî çar sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest û Arif Haşim jî bi heman tohmetê hatibûne girtin. Derbarê Mehnaz Roşenî, hîn jî nediyar e ku dosyeya wê li ser çi bûye.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van girtiyane di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin