Mehabad; Girtina Nazenîn Elyasî ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Pêncşemî 19ê Kanûna 2024an
Li berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd li bajarê Mehabadê welatiyeke din a bi navê Nazenîn Elyasî ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hate girtin û hejmara welatiyên hatinî girtin li vî bajarî giha bi 14 kesan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 16ê Kanûna 2024an, Nazenîn Elyasî ya welatiya xelka bajarê Mehabadê piştî bangirin bi rêya telefonê ve bo îdareya Îtilaatê li vî bajarî hate girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wê hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa Nazenîn Elyasî li ber dest nîne.
Pêka belge û amarên ku di Navenda Amarî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama sê rojên borî de aliyê kêm 14 welatiyên Kurd li bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.