Girtîgeha Urmiyê; Girtin û nexuyabûna demdirêj a çarenivîsa Îlham Ebasî

05 January 2025 18:12

Hengaw; Yekşemî 5ê Çileya 2025an

Welatiyeke Kurd a xelka Pîranşarê ku nasnameya wê bi navê Îlham Ebasî hatiye eşkerekirin ku nêzî du meh berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û herwisa di beşa jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê de çarenivîsa wê nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Îlham Ebasî ya temen 21 salî û xelka bajarê Pîranşarê ji destpêka meha Mijdata 2024an ve hatiye girtin û bi derbasbûna 2 meh ji binçavkairina wê, herwisa di girtîgeha navendî ya Urmiyê de qedera wê nexuya ye.

Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Îlham Ebasî, navbirî piştî binçavkirinê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve li Pîranşarê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê (Derya) hatiye veguhastin û herwisa di vê girtîgehê de ye.

Vê çavkaniyê daye zanîn ku, Îlham Ebasî ji ber çalakiyên xwe yên li ser torên civakî û nêrînên xwe yên li ser mijarên siyasî û civakî hatiye girtin.

Tevî derbasbûna du meh ji binçavkirina Îlham Ebasî, heya niha rewşa yasayî ya dosyeya dadwerî ya navbirî nexuya ye û ji tohmetên ku li dijî vê welatiya Kurd hatine sepandin ti zanyariyek serast li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin