Bokan; Binçavkirina Sirwe Şîrî û Peyman Şîrî bo birêvebirina sizayê girtîgehê
Hengaw; Şemî 11ê Çileya 2025an
Sirwe Şîrî û Peyman Şîrî, xwîşk û birayên xelkê bajarê Bokanê ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hatine binçavkirin û li pey hev bo girtîgehên navendî yên bajarê Urmiye û Bokanê hatine veguhastin. Berê Sirwe Şîrî bi 8 meh girtîgeh û Peyman Şîrî bi 6 meh girtîgehê hatibûn sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 6ê Çileya 2025an, Sirwe Şîrî ya temen 22 salî bo birêvebirina sizayê girtîgeha bi ser dehatî sepandin bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê û birayê wê jî, Peyman Şîrî yê temen 19 salî bi heman mebestê bo girtîgeha navendî ya bajarê Bokanê hatine veguhastin.
Sirwe Şîrî û Peyman Şîrî berê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Du ya Bokanê ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê bi qazanca Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" li pey hev bi 8 meh û 6 meh girtîgehê hatibûne sizadan.
Ev xwîşk û biraye roja Çarşemî 25ê Îlona 2024an, digel pismamê xwe yê bi navê Ferdîn Şîrî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hatibûne binçavkirin.
Sirwe û Peyman Şîrî wê demê bo girtîgeheke ewlehî ya îdareya Îtilaatê hatibûne veguhastin û piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibûne berdan.
Hêjayî gotinê ye ku ev du welatiyên Kurd di heyam binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û pêwendîgirtin bi malbatên xwe re hatibûne bêparkirin.