Mehabad; Gelawêj Mihemedî Erşed ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin
Hengaw; Duşemî 13ê Çileya 2025an
Gelawêj Mihemedî Erşed, welatiya Kurd a xelka Mehabadê ku li meha Tabaxa 2024an hatibû girtin û piştre bi 4 meh girtîgehê hatibû sizadan, ji bo birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 12ê Çileya 2025an, Gelawêj Mihemdî Erşed a temen 45 salî û xelka bajarê Mehabadê piştî gazîkirin bo Taya Birêveberiya Sizayan a vî bajarî hate girtin û bo birêvebirina 4 meh sizayê bi ser de hatî sepandin bo benda jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Gelawêj Mihemdî Erşed di vê dawiyê de ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi serokatiya dadwer "Secad Dostî" bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi 4 meh girtîgehê hatiye sizadan.
Gelawêj Mihemdî Erşed, roja 14ê Tebaxa 2024an, dema ku ji cihê karê xwe li kolana "Bax Şayegan" a Mehabadê vedigeriya ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û piştî 14 rojan bi danîna barimteya 700 milyon Tumenî û bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji benda jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû berdan.