Bicnûrd; Raporek ji dawî rewşa Mehdî Pakmêhr, girtiyê siyasî yê Kurd
Hengaw; Şemî 18ê Çileya 2025an
Mehdî Pakmêhr, hunermendê Kurd ê xelkê bajarê Bicnûrd ê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur, dawî meha xwe ya sizayê girtîgehê bi hereketa sînordarî û di bin çavdêriya pêbenda elekteronîkî de derbas dike.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mehdî Pakmêhr, hunermend û helbestvanê Kurd şeşemîn meh ji heyama girtîgeha xwe bi sînordarkirina hereketkirinê di mewdaya 1000 metrî ya derdorê mala xwe de li Bicnûrdê derbas dike.
Mehdî Pakmêhr berê bi tohmeta “propagendekirin li dijî Komara Îslamî ya Îranê” ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Bicnûrdê ve bi 6 meh girtîgehê hatibû sizadan, ku sê meh di girtîgehê de, du meh di benda vekirî de û meha dawî jî di bin çavdêriya pêbenda elekteronîkî de li mala xwe derbas kiriye.
Ev hunermendê Kurd li rêkefta 5ê Hezîrana 2017an jî, piştî belavkirina sitrana xwe ya bi navê “Bijî Kurdistan” bi tohmeta bikaranîna navê “Kurdistan, pêşmerge û alaya Kurdistan”ê di vê awaza xwe de hatibû girtin.
Navbirî di dema binçavkirina xwe de li îdareya Îtilaatê li bajarê Bicnûrdê, ji mafên destpêkî yên pêwendîgirtina telefonî û hevdîtin bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.
Mehdî Pakmêhr piştî demekê binçavkirin di dawiyê de bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan.