Tehran; Bêserûşûnbûna Esxer Fethî, welatiyê Kurd hevdem digel xwepêşandanên 8ê Çileyê
Hengaw; Pêncşemî 19ê Şibata 2026an
Esxer Fethî, welatiyê ciwan ê Kurd û xelkê Dergezê li parêzgeha Xurasana Rezewî, di nav xwepêşandanên meha Çileya îsal de li Tehranê bi şêweyekî gumandar bêserûşûn bûye.
Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji êvareya Pêncşemî 8ê Çileya 2026an ve Esxer Fethî yê xelkê gundê Mihemed Teqî Beygî yê ser bi bajarê Dargezê, li bajarê Tehranê wida bûye.
Hangaw agehdar bûye ku, ev welatiye ji xizmên xwe yên nêzîk re gotiye ku, ew ê ji bo beşdarbûn di xwepêşandanan de derkeve ser şeqaman û ji wê demê ve winda ye.
Li gorî çavkaniyeke nêzîkî malbata Esxer Fethî, di 41 rojên borî de ti zanyariyek li ser çarenivîsa wî nehatiye wergirtin.
Ji ber bêserûşûnbûna Esxer Fethî, hevdem digel şeva qutkirina înternetê ji aliyê hikûmetê ve û kuştin û girtina xwepêşanderan, nîgeraniyên cidî li ser bêserûşûnkirina bi zorê ya vî welatî di holê de ye.