Raporek li ser girtina 7 welatiyên Kurd li parêzgehên Xurasana Bakur û Xurasana Rezewî
Hengaw; Şemî 14ê Şibata 2026an
Di berdewamiya pêla girtinên berfireh de, nasnameya heft welatiyên din ên Kurd bi navên Diyako Yezdanî, Emîrelî Pejgul, Seîd Şadkam, Tegî Emîrî, Elî Mehnanî, Mucteba Gulî û Riza Heyderî Topkanlû, ku li bajarên Bucnord, Aşxane û Sebzewarê hatine girtin, ji hêla Hengawê ve hate piştrastkirin.
Girtiyên Bucnordê
Seîd Şedkam, rahênerê laşciwanî û xelkê Bucnordê, ji roja Duşemî 26ê Çileya 2025an ve hatiye girtin û tevî şopandina berdewam a malbata wî, ti zanyariyek li ser çarenivîsa wî ber dest nîne.
Herwiha çar welatiyên din ên Kurd ji Bucnordê bi navên Emîrelî Pejgul, Diyako Yezdanî, Tegî Emîrî û Elî Mehnanî, di xwepêşandanên Çileya îsal de li vî bajarî ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatin girtin û niha li girtîgeha navendî ya Bucnordê têne ragirtin.
Girtiyên Aşxane
Mucteba Gulî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Aşxane yê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur, di xwepêşandanên vê dawiyê de hate girtin û di derbarê çarenivîsa wî de ti zanyariyek ber dest nîne.
Girtiyên Sebzewar
Li gorî raporên ku gihîştine Hengawê, Riza Heyderî Topkanlû, naskirî bi Jakan, welatiyê Kurd ê 27 salî û xelkê bajarê Sebzewar ê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, li yek ji şeqamên vî bajarî ji aliyê hêzên hikûmetî ve bi karanîna tundûtîjiyê hate girtin û hîn jî ti zanyariyek li ser çarenivîsa wî ber dest nîne.