Raporek li ser girtina pênc welatiyên Kurd li parêzgeha Xurasana Bakur

19 February 2026 21:23

Hengaw; Pêncşemî 19ê Şibata 2026an

Herî kêm pênc welatiyên Kurd ên bi navên Yûsif Kerîmiyan, Hemîd Ehmedzade, Daniyal Niyazî, Mihemed Azerî û Emîrmihemed Pîrûzî ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarên Bucnord, Îsferayn û Şîrwan ên ser bi parêzgeha Xurasana Bakur hatine girtin. Di nav van welatiyan de, Daniyal Niyazî yê 18 salî bi tohmeta "miharbe" (dij Xwedê) re hatiye rûbirûbûn.

Li gorî raporên ku gihîştine Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, herî kêm pênc welatiyên Kurd di xwepêşandanên meha Çileyê de hatine girtin û çarenivîsa wan nediyar e. Navên van welatiyane wiha ye:

Girtiyên Şîrwanê;

Daniyal Niyazî, welatiyê 18 salî, demjimêrên dereng ên roja Duşemî 12ê Çileya 2026an li encama êrîşa hêzên hikûmetî bo ser mala wî ya malbatî bi bê ti cure belgeyeke yasayî bi awayekî tundûtîjî hate girtin û di heyama 24 demjimêrên destpêkî de li bin îşkenceyan rastî îtirafa bi zorê hatibû.

Ev welatiye ji aliyê Taya Duyem a Lêkolîna Dozgerî û Şoreş ya Şîwanê ve bi "miharibe, beşdarbûn di destpêkirina kuştina bi zanebûn, beşdarbûna di lêdan û birîndarkirina bi zanebûn de, endamêtî li civînek ji sê kesan zêdetir li dijî ewlehiya navxweyî ya Îranê, têkdana ayasyişa giştî û çalakiyên piropagendeyî li dijî hikûmetê" hatibû tohmetbarkirin. Ev tohmetane bûne sedema nîgranî li ser çarenivîsa wî.

Girtiyên Îsferayn;

Mihemed Azerî û Hamîd Ehmedzade, du welatiyên Kurd ên ji Îsferaynê, roja Çarşemî 14ê Çileya 2026an, li êrîşa hêzên hikûmetî bo ser malên wan hatine girtin û piştî du hefteyan lêpirsînê di girtîgehên ewlehî de bo girtîgha Îsferaynê hatine veguhastin.

Yûsif Kerîmiyan, werzişvanê Kurd ê ji Îsferaynê, di rêkefta 1ê Çileyê de hate girtin û çend hefte şûnda ji bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin. Navbirî ji dema girtinê ve heta niha, ji mafê detpêregihîştin bi parêzer û herwiha hevdîtin bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.

Girtiyên Bucnordê

Emîrmihemed Pîrûzî, cudokar û endamê tîma cudo ya Îranê, roja Yekşemî 15ê Şibata 2026an, li encama êrîşa hêzên hikûmetî bo ser mala wî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin. Ev welatiye heta niha ji mafê hevdîtin bi malbata xwe re û destpêregihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin.

Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek derbarê çarenivîsa van welatiyane ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin