Bucnord; Raporek li ser girtin û sepandina sizayê girtîgehê bi ser Seyîd Kazim Nezerî de, ji ber redkirina fermana serkutkirina xwenîşanderan
Hengaw; Sêşemî 24ê Şibata 2026an
Seyîd Kazim Nezerî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Bucnordê yê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur û endamê hêzên binkeya (kalenterî) 12 a vî bajarî, ji ber redkirina fermana serkutkirina welatiyan di dema xwepêşandanên girseyî yên meha Çileyê de hate girtin û 13 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Seyîd Kazim Nezerî yê xelkê Bucnordê, sizayê xwe yê 13 meh girtîgehê li girtîgeha vî bajarî derbas dike.
Seyîd Kazim Nezerî, êvareya Pêncşemî 8ê Çileya 2026an piştî wergirtina fermana beşdarbûn di serkutkirina neraziyan de, ligel redkirina wê fermanê, trombêleke "wen" bi mebesta rêgirtin li hatinûçûn û amadebûna hêzên hikûmetî, li ber deriyê binkeyê rawestandibû.
Navborî 9ê Çileyê, piştî amadebûna li ser karê xwe hate girtin û 13 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin û niha di girtîgeha Bucnordê de vî sizayî derbas dike.