Îsferayn; Raporek li ser berdewamiya girtina Elî Bebrî û metirsiya sepandina sizayê giran bi ser navbirî de

18 February 2026 20:08

Hengaw; Çarşemî 18ê Şibata 2026an

Elî Bebrî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Îsferayn ê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur, ji 37 roj berî niha ve ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo chekî nediyar hatiye veguhastin. Li gorî zanyariyan, metirsiya sepandina sizayê giran bi ser navbirî de heye.

Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 12ê Çileya 2026an, Elî Bebrî yê 21 salî û xelkê bajarê Îsferaynê, li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî ya malbatî hate girtin.

Vîdyoyek ji îtîrafkirina bi zorê ya Elî Bebrî li ser naskirina wî wekî "kujerê şehîdê ewlehiyê li Îsferaynê" di medyaya deng û rengê Komara Îslamî ya Îranê û medyaya pêwendîdar bi hikûmetê de hate weşandin û nîgeranî li ser çarenivîsa vî welatiyî zêde bûne.

Li gorî çavkaniyek agehdar, Elî Bebrî bi mebesta îtirafkirina bi zorê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye îşkencekirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyê Kurd ji mafê hevdîtina digel malbata xwe û destpêregihîştin bi parêzer re hatiye bêparkirin û tenê pêwendiyek kurt bi malbata xwe re hebûye.

Heta dema belavbûna vê raporê, derbarê tohemtên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyî Kurd ti zanyariyek ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin